Şexsî û taybetî ye, psykoterapiya bi axavtinê. Ji bo bersivdayîna
nakokiyên hîsî û normên danûstandinê ye. Teknîka, başbûn û parastina siheta
mirovî esas digre, ye. Tê wateya, dermankirin û rihetkirina rûhî. Psykoterapî,
bi têkili û danûstandina bi hîs û hizirkirinê dibe. Teknîka eşkerekirin û
ronîkirina nakokiyên kur, di rûhê însên de ye. Armanca wê, sivik kirin û
rakirina endîşe, tirs, şik û xemgîniyên kur e. Tevlîbûna jiyana normal,
ahengdarî û pêşketîna şexsî dihêne pê.
Psykoterapîska kurd Dîlay Aksak berî bi demek e kin li
Stockholmê hesabek facebookê wekir. Li ser rûpelê wê, niqaşa pirsgirêkên rûhî,
yekser û bilez dest pê kir. Şêwirmendiya bêheq, anku belaş ji bo xelkê, bala
gelek mirovan dikşîne. Em çûn serdana Xanim Aksak û bi wê re li ser projeya wê
axivîn. Fermo hevpeyvîna pê re.
Ji kerema xwe re
hinekî qala xwe bike. Dîlay Aksak kî ye?
Dîlay Aksak: Bi eslê ji hêla Wan ê me. Li Swêdê, bajarê Stockholmê dijîm. 25 salî me. Bi karê psykoterapiyê mijûl im, anku psykoterapîst im. Min ”zaniyariya rabûnûrûniştinê” (ilmê lebt û nêzîkbûna însên) xwend, her wiha perwerdeya terapiyê jî qedandiye.

Psykoterapîsta bi
dîplome û axêvkar çi karî dike?
Dîlay Aksak: Bi şexsan re derbarê pirsgirêkên rûhî diyalogê dihêne pê. Rewşa wan analîz dike û bi agehdariya piralî dibe alîkar. Bi agehdarî, anku şêwirdariya me, dikare pirsgirêkan baştir fêm bike û çareser bike.

We berî niha xebatek bi wate da dest pêkirin. Hinekî
qala projeya xwe bike?
Dîlay Aksak: Min, di dema xwendina xwe de, hewil da, cî û nirxê terapiyê ji bo însên, baştir fêm bikim. Di heman demê de, têkiliyên min bi endam û xebatkarên komele û saziyên çandî û civakî re baş bû. Di dema sohbetên bi wan re, têgihişt im ku, pêwîstî bi terapîstên ser xeta internetê, di medya civakî de çalak in, heye. Ez qala terapîstên profesyonel, modern ku li gorî demê tevdigerin û bersivê bidin pêwîstiyên bilez, dikim. Min pêwîstî dît û ji bo bersivdayînê hesabek Facebookê vekir. Ji wir bi swêdî, em bersivê didin pirsên kesên hewcedar.

Lê ev gava
me ya yekê bû. Anku xizmeta pêşî a bêheq, anku bepere bû. Armanca me a duwê ew
e ku karîbin heman xizmeta xwe bi gelek zimanan bikin. Swêd weletek pirçandî
ye. Pêwîstiya terapiya bi pirzimanî, yekser û bilez (acîl) zêdetir dibe.
Daxwazî, di nav biyaniyên li Swêdê, nû an swêdî nezan de, zêdetir tê zimên. Bi
avêtina vê gavê re, em ê karîbin destê xwe ên alîkariyê dirêjî wan jî bikin.
Kesên hewcedariya xwe
heye, wê çawa bi we re têkiliyê deynin?
Dîlay Aksak: E-posta me herdem wê vekirî be û bersivê bide wan. Kesên bixwazin bi nivîsînê têkiliyê deynin bila ji e-posta me re bişînin: radgivning@hotmail.com
Dîlay Aksak: E-posta me herdem wê vekirî be û bersivê bide wan. Kesên bixwazin bi nivîsînê têkiliyê deynin bila ji e-posta me re bişînin: radgivning@hotmail.com
Weke ku hate qalkirin, em giraniyê didin têkiliyên ser rûpela
Facebooka xwe. Fermo navnîşana wê: Gratis rådgivning av samtalsterapeut
Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar Çiyan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar